Alîkarî ji min re lazim e
Rojbaş, em ZORA ne û alîkariya mirovan dikin ku tehdît li ser wan heye bi darê zorê bên zewicandin an ku bi darê zorê hatibin zewicandin, ku dijî daxwaza xwe laşfiroşî dikin an jî ji milê zayendî ve keda wan tê xwarin.
Tehdît li ser te heye da ku tu dijî daxwaza xwe bizewicî an jî tu dijî daxwaza xwe hatî zewicandin?
Malbata te te tehdît dike ji ber ku tu naxwazî bizewicî?
Tehdît li ser te heye an keda te tê xwarin?
Tu bi darê zorê laşfiroşî dikî? Jinfiroşê te (Qewad) miaaşê te ji xwe re dihêle an jî tundî li te dike?
Em dikarin alîkariya te bikin.
Em dikarin şewirmendiya te bikin.
Em ji bo te amade ne.
Em axaftin bi mirovan dikin ku kes pê nizane; herwiha bi wergervanan re.
Em mafên te ji te re zelal dikin û şewirmendiya te dikin.
Di rewşa awarte de emê bi dîtina cîhek ewleh û ku kes pê nizane mijûl bivin.
Herwiha em alîkariya te ji bo serîlêdanan dikin, wek ji bo alîkariyên sosyal (Sozialleistungen) û dema hevdîtinê li ba bijîjk (doktor) çêdikin an jî ji bo tedawiyê.
Bi me re biaxive:
- Li me bi rêya têlefûnê bigere. Em Yekşemê heta Înê ji demjimêr 9 heta 16 amade ne. Em bi zimanê înglîzî, almanî û ispanyolî diaxivin: 01749207561.
- Messenger-App a Signal ku belaş e û bi ewleh ye bi kar bîne, dema tu ji me re binivisînî.
- Forma me a têkîlîdayînê bi kar bîne. Bi zimanê xwe a zikmakî binivisîne, eger tu zimanek din nizanîbî.